Nûçe: Li Hindistanê miriyek ji gorê rabû
HINDISTAN, 16/1 2006 — Li gundê Mandla yê grêdayî Madhya Pradeşê li Hindistanê zelamekê mirî ji gorê rabû û di nêva gundî de wekî xeyaletan digere û tirseka mezin êxistiye dilê mirovên xwe û xelkê gundî. Zarokên gundî ji tirsa Raju Raghuvanşiyê ko ji gorê rabûye bizdayî ne û nizanin xwe li kû veşêrin.Raju Raghuvanşî li zîndanê de bû û cezayê xwe dikişand. Li zîndanê Raju Raghuvanşî nexweş bû û ew birin nexweşxaneyekê. Paşê mirovekê dûr yê Raju Raghuvanşiyê dêûbabên wî û xizmên wî yên nêzîk agahdar kirin ko Raju Raghuvanşî miriye.
Rojnameya Times of India îro dinivîsîne ko Raju Raghuvanşî ji gorê rabûye û li gundê xwe vegeriyaye û niho brayên wî yên ko ji bo şîna Raju Raghuvanşiyê pora serê xwe kur kiribûn ecêbmayî bûne û newêrin xwe nêzîkî Raju Raghuvanşiyî bikin.
Ji Malpera Nefel ê hatiye girtin


1 Comments:
Hi all! Help homeless children!
online [url=http://phentermine.alldating.org/phentermine.htm]phentermine[/url] online
phentermine
G'night
Post a Comment
<< Home