Pirtûk: “Gotibûn ku…” derket
Cemil Oguz*Pirtûka dîroknas û zimanzanê kurd Malmîsanij bi navê “Gotibûn ku…” ji Weşanên Vate derket. Pirtûka ku ji hevpeyvînên Malmîsanij pêk tê, bi mijara xwe hê jî rojevîbûna xwe diparêzin.
Malmîsanij di "Gotibûn ku..." de hevpeyvînên ku di navbera salên 1982-1992'yan de kiribû û yek jê jî di van salên dawî de di Vateyê de weşandibû berhev kirine.
Li gor gotina Malmîsanij, di dema ku li Tirkiyeyê kurdî qedexe bûn ev hevpeyvîn hatine kirin. Ew, bi rêwşenbîrê kurd ê ji kurdên Kafkasyayê Celîlê Celîl, akademîsyen û Kurdolog Şakirê Xudoyê Mihoyan, Kurdologê hollandî Martin Van Bruinessen, biraziyê Şêx Saîd Fexredînê Şêx Tahirî, yek ji hevalên Şêx Seîdîn, Derwêş, ji kurdên Mehabadê zimanzan Emîr Hesenpur re hevpeyvînê dike. Van hevpeyvînan di kovarên wekî Armanc, Çira û Vate de diweşîne. Bi ser van re sal dibûrin, ew dibin pirtûk vê carê.
Malmîsanij wisa dibêje li ser weşandina pirtûkê: "Min nexwest ev hevpeyvîn di nav rûpelên kevn ên kovaran debimînin. Min xwest nifşê nû jî van bibînin. Min dema ev hevpeyvîn dikir fikra min çi bû, kesên ku min bi wan re hevpeyvîn dikir fikra wan çi bû, hina fikra me çi ye? Dibe ku fikrên me guherîne. Ji bo dîtina vê yekê jî min ev careke din weşandin."
Nivîskar Malmîsanij dibêje, "Dîroknasên kurd hindik in" û wiha didomîne: "Tiştên ku van dîroknas, rewşenbîr û akademîsyenên kurd ku di van hevpeyvînan de gotine ji bo min muhîm in. Ji ber ku gotinên van ên li ser dîrok, zimanê kurdî muhîm in, min di pirtûkê de cih da wan. Her wisa dema min ev hevpeyvîn kirin li Tirkiyeyê kurdî qedexe bû."
Hevpeyvîna ku bi biraziyê Şêx Seîd, Fexredînê Şêx Tahir re kiriye li ser Serhildana Şêx Seîd, sirgûnkirina malbata Şêx agahiyên nû û balkêş pêşkêş dike. Her wiha hevpeyvîna bi leşkerê Şêx Seîd bi Derwêş re kiriye jî heman tiştî bi çavdêriyeke din nîşanî xwendevan dide.
Meseleya nîqaşa zaravayên kurda ku hê jî di rojevê de ye, di hevpeyvîna ku sala 1992'yan de bi Emîr Hesenpûr re hatiye kirin de mijara sereke ye. Wê demê Hesenpûr gotiye, "Divê azadiya her zaravayê hebe" û bêşik hin dîtinên din jî li ser vê meseleyê pêşkêş kirine.
Şakirê Xudoyê Mihoyan zêdetir li ser kurdên Sovyetê dîtinên xwe tîne ziman, kurdolog, Martin Van Bruinessen jî dibêje, "Zimanê nivîskê ya kurdî ji nû ve ava dibe".
Rewşenbîrê kurd Celîlê Celîl jî di hevpeyvîna ku pêre hatiye kirin de, li ser pêşketinên li dinyayê, çêkirina peyvên nû yên kurdî û li ser ziman dîtinên xwe anîne ziman.
Gotibûn ku... / Malmîsanij / Vate / 136 rûpel
*Ji Malpera Diyarname.com'ê hatiye girtin...


0 Comments:
Post a Comment
<< Home