<body><script type="text/javascript"> function setAttributeOnload(object, attribute, val) { if(window.addEventListener) { window.addEventListener("load", function(){ object[attribute] = val; }, false); } else { window.attachEvent('onload', function(){ object[attribute] = val; }); } } </script> <iframe src="http://www.blogger.com/navbar.g?targetBlogID=20649813&amp;blogName=Ten%C3%BBr&amp;publishMode=PUBLISH_MODE_BLOGSPOT&amp;navbarType=BLUE&amp;layoutType=CLASSIC&amp;searchRoot=http%3A%2F%2Ftenur.blogspot.com%2Fsearch&amp;blogLocale=en_US&amp;homepageUrl=http%3A%2F%2Ftenur.blogspot.com%2F" marginwidth="0" marginheight="0" scrolling="no" frameborder="0" height="30px" width="100%" id="navbar-iframe" allowtransparency="true" title="Blogger Navigation and Search"></iframe> <div></div>

1.30.2006

Lêborîn...

Di nav me de ker nîn in-Ma di her çiniyo

Di nav me de ker nîn in

Xortek ji kalemêrek xwedî pêzanîn û tecrube dipirse:
- Mamo? Ev dunya alem tev bûn xwedî dewlet, lê çima em kurd ji vê man bêpar? Kalemêr bersivê dide û dibêje:
- Di nav me de ker nîn in!
Xort ji bersiva kalemêrî fêm na ke û dipirse:
- Çawa?
Kalemêr bersivê dide:
- Em kurd tev şêr in. Du sêr na yên ber hev. Gava þêr têne ber hev, dikin qajînî û dev diavêjin hevdu. Kurdê me ji cinsê van şêran in.


Ma di her çiniyo

Yo kurdî ciwon wehar tecrubê yew pîr ra pers keno:
- Apo, qey her kes wehar dewlet beno û tena ma kirdon în nîmet ra hema zî mehrûm iyo?
Apo vano:
- Ma di her çiniyo ay ra.
Ciwon cewab yi fam nî keyn honc pers keno:
- Senî?
Apo vano:
- Ma kirdon wehar tebîetê şîr iyo. . Du şîr ni yên pî ser. Wextêk yin biyêrî hêt yewbîn, miheqqaq yin ra yo, erziyên serî êy bîn û xebitiyênî yewbîn gaz bikirî. Ma kirdon neseb ino şîron ra wo.

1.25.2006

Muzîk: Ji Aslîka Qadir, Welatê Me Kurdistan e

Aslîka Qadir
Ji Bo Guhdarîkirinê Bitikînin*

Welatê me Kurdistan e

Welatê me Kurdistan e
Cîh û meskenê me Kurdan e
Welat ji me re ruh û can e
Millet hemû bira ne

Cîh û meskenê me Kurdan e
Temam bax e û bostan e
Welat gul e gulistan e
Millet hemû biran e

Welatê me pir şêrîn e
Merg û çîman û zevî ne
Qîz û bûke wê tev cindî ne
Eslê xwe da horî ne

Kurdistana me zeynet e
Cim'eta wî pir hurmet e
Temam qedr e û qîymet e
Welatê me cennet e

Gotin û Muzîk
Mecîdê Silêman
Deng
Aslîka Qadir
Berhevkar
Azad Serbilind

*Çavkaniyê dosyeya stranê ji malpera Serbestî.Org hatiye girtin. Ji bo guhdarîkirinê Winamp an jî Media Player pêwist e.
Wêne û gotinên stranê jî ji malpera Pirtûkxaneya SARA'yê hatiye girtin

1.18.2006

Bê Şîrove: Kalo

Kalo

1.17.2006

Nûçe: Li Hindistanê miriyek ji gorê rabû

Mirî ji gorê radibin HINDISTAN, 16/1 2006 — Li gundê Mandla yê grêdayî Madhya Pradeşê li Hindistanê zelamekê mirî ji gorê rabû û di nêva gundî de wekî xeyaletan digere û tirseka mezin êxistiye dilê mirovên xwe û xelkê gundî. Zarokên gundî ji tirsa Raju Raghuvanşiyê ko ji gorê rabûye bizdayî ne û nizanin xwe li kû veşêrin.

Raju Raghuvanşî li zîndanê de bû û cezayê xwe dikişand. Li zîndanê Raju Raghuvanşî nexweş bû û ew birin nexweşxaneyekê. Paşê mirovekê dûr yê Raju Raghuvanşiyê dêûbabên wî û xizmên wî yên nêzîk agahdar kirin ko Raju Raghuvanşî miriye.

Rojnameya Times of India îro dinivîsîne ko Raju Raghuvanşî ji gorê rabûye û li gundê xwe vegeriyaye û niho brayên wî yên ko ji bo şîna Raju Raghuvanşiyê pora serê xwe kur kiribûn ecêbmayî bûne û newêrin xwe nêzîkî Raju Raghuvanşiyî bikin.

Ji Malpera Nefel ê hatiye girtin

1.12.2006

Kovara Pc Kurd Derket

Roja duşemê (09.01.2006) Kovara Pc Kurd li hemû bajar û navçeyên Tirkiyeyê û Kurdistana Bakur, ji bayiyên rojnameyan digel rojnameya Azadiya Welat, bixwazin. Kovara Pckurd, hejmara ceribandinê digel rojnameya Azadiya Welat belaş tê belavkirin.
http://www.pckurd.net

Tenûr jî derketina Kovara Pc Kurd pîroz dike. Hêviya me ew e ku kovarek temendirêj be. Ev gav di rojnamegeriya kurdî de gava yekemîn e û gaveke dîrokî ye.

Nûçe: 162 caran Zewac

Mirovekî ji Bosna-Hersek bi navê Nedeljko Ilincic eşkere kir ku ew ji 15 saliya xwe û vir de 162 caran zewicî ye û dixwaze ku hîna 100 carên din jî bizewice.
Di hevpeyvîna xwe ya li gel kovara Svet de, Ilincic got: “Min yekem zewaca xwe di zaroktiya xwe de bi zora malbata xwe li gel jineke dewlemend ku 20 salan ji min mezintir bû kir. Lê jiber ku min ji wê hez nedikir zewaca me dirêj nekir.Piştre qismetê min vebû û min 162 zewacên ku carna çend salekî û carna jî çend hefteyekî dom kirin pêkanîn. Niha ez bekar im û du jin li benda zewaca bi min re ne. Jineke min ya kevn jî dixwaze li min vegere. Ez dixwazim têkevim Pirtûka Rekoran ya Guinness”. Nedeljko Ilincic niha 75 salî ye û ji 162 zewacan bûye xwediyê 14 zarokan.

Ji Rojnameya Avesta hatiye girtin.

Reklama Tenûr


Hevalno, hogirno, xwişkno birano, ji bo danasîna malpera xwe, me bannerek amadekir, ji bo kesên ku dixwazin malpere me, di malpera xwe de bide nasandin, dikarin vê bannerê bikarbînin. De bimînin di nav xêr û xweşiyê de.

1.11.2006

Vîdeo Klîp: Ji Koma Çarnewa, Kuro Were

Çarnewa
Ji Bo Temaşekirina Klîpê Bitikînin*

KURO WERE

Kuro were were were benda te me
Kuro were were were hêvya te me

Biskê min çar gulî ne
Yek ji yekê şêrîn e
Bayê ji bakûrê tê
Bedew e û zêrîn e

Roj xweş e li ser çîyan
Bidin hev dest û milan
Govend bigrin li her deran

Êvar e tarî li gundan
Pale têne zeviyan
Xwêdanê wan li eniyan
Das û çakuç li ser milan

Destê xwe destê min de
Em herin Cizîra Botan
Evîna Mem û Zîn e
Biteqe Beko Ewan

Gotin: Yilmaz Erşahîn-S.Karakaş
Muzîk: Serhat Karakaş


*Çavkaniyê dosyeya klîbê ji malpera Çar Newa hatiye girtin.
Ji bo temşaşekirina klîbê Media Player pêwist e.

Pêkenok: TOP TEQIYA

Roviyek rojek rastî xefikek tê û dibîne ku hinek goşt tê de ye, lê dizane ku dema devê xwe nêzîkê goşt bike, dê xefik pê de biçelpe. Ji ber vê yekê xwe nêzîkî wê xefikê nake û bi rêya xwe de diçe. Rast li şêrekî tê û dibêje:
-Hinek goşt li dera hanê heye, eger tu bixwazî, ji xwe re bixwe.
Şêr lê vedigerîne:
- Çima tu naxwî?
- Weleh ez bi rojî me.
Lê rovî di dilê xwe de dibêje: Eger şêr here û devê xwe dirêjî goşt bike û xefik pê de biçelpe, dû re ezê herim ji xwe re goşt bixwim.
Şêr ji rovî re dibêje:
- De bimeşe em herin wê derê.
Bi rê dikevin û diçin ciyê ku goşt lê ye. Dema çavên şêr bi goştê sor dikeve, xwe nagire û xwe dirêjî goşt dike, lê xefik pê de diçerpe û sosreteke giran tîne serê şêr. Ji zorê, tirek ji ber şêr diçe. Dû re rovî dikeve ser goşt û dest bi xwarinê dike.
Şêr bi wî halî jê pirs dike:
- Ma te negot ez îro bi rojî me?
Rovî:
- Wisa ye, rast e, lê te nedît demek berê top teqiya?!

Ji Malpera Amîda Kurd hatiye girtin

Wêne: Zarokên Amedê

Ji Bo Wêneyên Din Li Ser Wêneyê Bitikînin

Saleke bêyî Karapêt

Davut OZALP /A.WELAT
“Evdalê Zeynê digo Temo lawo
Wele bes e dinyaya boş û pûç e
Ji Evdalê Zeynê aşiqê kurdan re nayê rayê…/
Wele tew dinyayê, ax tew kaliyê
Ax Temo lawo mirin çêtir e ji feqîriyê”

Mixabin ku sed mixabin ev 'dinyaya boş û pûç' ji wî re jî nehate rayê. Feleka bêbext carekê ji şansê wî re nekeniya. Loma jî di sedsaliya xwe de (2002) digot, "50 milyon kurd li min xwedî dernakeve û min xwedî nake". Wî ku jiyana xwe bi xizmetkirina çanda kurdî borand, di nava xizanî û hejariyê de çavê xwe li vê dinê girt û çû... Ez ê di vê nivîsê de behsa dengbêjekî bikim; behsa Karapêtê Xaço. Behsa şahînşahê dengbêjan, behsa dengbêjê dîwana Filîtê Quto, behsa dengbêjê 'lawikê metinî' bikim.

Kurtejiyana wî

Karapêtê Xaço, di serê sedsala 20'an de (1902), ku ji her derê bêhna xwînê difûre, wekî zarokê malbateke ermen li gundê Bilêderê yê bi ser Êlihê ve, ji dayîk dibe
.
Dema ku ew dibe 7 salî, Siltan Abdulhemîdê 2'yem fermana ermenî, êzdî û asûriyan radike. Di jenosîda sala 1915'an a li dijî ermeniyan de ku bi hevkariya kurdên paramîlîter hate kirin, dê û bavê wî jî di nav de ji malbata wî 5 kes têne qetilkirin.

Karapêtê ku ji mirinê difilite, xwe dispêre herêma Reşkotan a Filîtê Quto. Diçe cem xwîşka xwe ya mezin ku li wê herêmê bûk bûye. Li wir xulamî û xizmeta axayên kurd dike...

Karapêt, li hemberî vê zilma bêterîf, xwe dispêre kilam û stranan. Demeke kin hostatiya xwe nîşan dide û dibe dengbêjê dîwana Filîtê Quto.

“Hey zalim hey zalim
Koçer im xerabmal im
Akincî me bêpergal im
Rêvingî me bêhaval im
Nexweşim gelek bêhal im"

Lê mixabin ku zilm û zordarî dev ji wî bernade. Ew ji zilm û zordariya ku piştî Serhildana Şêx Seîd li eşîrên kurd tê kirin re şahidiyê dike. Ji mecbûrî bi kurdan re koçî Başûrê Biçûk dike. Wê demê Sûriye di bin dagirkeriya Fransayê de ye. Ji ber tiştekî ku bike tune ye Karapêt 15 sal û sê mehan leşkeriya Fransayê dike. Dema ku Fransa ji Sûriyeyê vedikişe, bangî leşkerên xwe dike û ji wan re dibêje, "Yên ku xizmeta me kirine dikarin bi me re werin Fransayê". Lê Karapêt dixwaze biçe Ermenistanê. Jê dipirsin, "Ma tu bolşevîk î?" dibêje, "Na ez kurd im, bolşevîk û molşevîk nîn im, tenê dixwazim biçim Hayastanê (Ermenistan). Karapêt, ligel dijwariyên gelek mezin di sala 1946'an de digihîje Ermenistanê.

Mixabin li Ermenistanê jî feqîrî û hejarî dev jê bernade. Dibêje, "Ji bo ku nemirim min xizmetkariya her kesî kir, rojek li wir, rojek li vir, ya ku nehat serê min nema".

Radyoya Yêrîvanê û salên sansûrê

Karapêt di sala 1950'î de di radyoya Yêrîvanê de dest bi xebatê dike. Li wir jê re dibêjin, "Li ser beg û axa, li ser Xwedê stranan nebêje, qedexe ye". Karapêt vê bersivê dide wan "Lê ka ez çi bibêjim, ez dengbêjê şer û cengên mezin im". Ligel sansûrê ew heta salên 2000'î di Radyoya Yêrîvanê de ku zemanekî wekî qibleya kurdan bû, dixebite.

Ew berdewama Evdalê Zeynikê bû

Karapêtê Xaço berdewama dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê bû. Wekî nûnerek ji ekola wî dihat nirxandin. Ligel aliyê wî yê afirîner, taybetiya wî ya mezin dengê wî bû. Dengê wî yê zîz ne dengê qirikê bû, dengê serî bû. Dengê serî, di dengbêjiyê de pîvaneke gelekî girîng e.
Karapêt digot, ez bi rojan dikarim bistirêm. Bi sedan kilam û stranên wî hene. Stranên wî yên bi navê ‘Lawikê Metînî’, ‘Saliho û Nûrê’, ‘Xezal’ û ‘Eyşana Elî’ hwd. di nava kurdan de belavî çar hêlan bûne.
Ger ku em albûmên wî yên ku korsanî hatine çapkirin nehesibînin, mixabin li Tirkiyeyê tenê du albûmên wî hatine çapkirin.

Kurdan qîmet neda wî jî

Wî di 13'yê berfanbarê 2005'an de jiyana xwe ji dest da. Va ye salek borî di ser mirina wî re. Piştî mirina wî, hema bêje hemû partî, saziyên kurdan, wek yên din li pey wî jî peyam weşandin. Yên ku dema ew dijiya haya wan jê tune bû, ka ew li ku çawa dijî, di peyamên xwe de, pesnê wî didan û ew derdixistin qatê heftan. Helbet wî ew pesn zêdetir heq kiribû, problem ne pesnkirina wan bû. Problem nesamîmîbûna wan bû. Dema ku Karapêt di rojên xwe yên dawî de, di nava birçîbûn û xizaniyê de digevizî û digot, 50 milyon kurd zikê min têr nake, kesekî dengê wî nebihîst...

Yên ku piştî mirina wî ewqas pesnê wî dan bi ku de çûn, ew çend caran bi bîr anî, ji bo wî çi kir, ji sedan stranên wî çend kaset çapkirin?...

Karapetê Xaço ji bo me kurdan nirxekî gelekî mezin bû. Wî jiyana xwe bi xizmetkirina çanda gelê kurd ê ku bi salan, bi înkar û îmhayê re rû bi rû mabû, borand. Bi salan malên kurdan bi stranên wî geş û şên bûn. Lê mixabin ku em miletekî 'zîndîkujên mîrîparêz in'. Ango dema ku sax bin em tu qîmetê nadin wan. Piştî ji nava me koç dikin, em dest pê dikin şîna wan dikin!...

Lê evîn?..

Lê lê dayîkê heyranê de tu rabe
Bi xwe ke bi Xwedê ke
Roja şemiyê serê min bişo xemla min li min bike
Bisk û tev morîkan li ber enîka min de çêke...
Ciwabekê bişîne pey lawikê Metînî delalê malê
Bila bêye nava sing û berê min keçikê.
Heke tê min dixwaze bila bê min bixwaze
Heke tê min direvîne bila bê min birevîne
Heke min narevîne sibê wê min bi rê kin
Hey lê lê lê lê…”


Ku mirov behsa dengbêjekî bike, ma bê evîn dibe? Lê ev dengbêj Karapêtê Xaço be? Fermo em evîna wî jî ji wî guhdarî bikin: "Keçikek hebû. Min gelek jê hez dikir. Navê wê Yewa (Hawa) bû. Melokî bû. Keça Yaqub Ezîzyan bû. Wê demê ez leşkerê fransizan bûm. Di sala 1936'an de me li Qamişlokê daweta xwe kir. Min pir û pir ji wê hez dikir. Ew jî bibû hevpara hemû êş, jan, dijwarî û trajediyên jiyana min. Ji xeynî wê dilê min kesek nas nekir. Di sala 1976'an de wê ez bi tenê hiştim, derket rêwîtiya bêveger. Û careke din nehat. Ligel ku di ser mirina wê re ewqas dem derbas bûn jî ez hê li ser wê evîndar im. Ew her tim di dilê min de dijî. Dê her bijî." (Ji hevpeyvîneke Polat Can)’’

Çavkanî
* Pirtûka bi navê Yuzyilin Çigligı Karapetê Xaço Salihê Kevirbirî
Hevpeyvîna Polat Can (MHA )

Ji hejmara 48. ya Turikê Azadiya Welat hatiye girtin
(Qelewkirina hin nivîsan ji aliyê Tenûr ve hatiye kirin)

1.10.2006

CEJNA QURBANA 2006

CEJNA WE YA QURBANÊ PÎROZ BE

ROŞANÊ ŞIMA BIMBAREK BO

CEJNTAN PÎROZ BÊT

Muzîk: Ji Mihemed Şêxo, Nesrîn

Mihemed Şêxo(1948-1989)
Ji Bo Guhdarîkirinê Bitikînin*

NESRÎN
Demê min tu dîtî Nesrîn
Herdu çavêt di reş digrîn
Ewan çava di gotne min
Careka dîn tu min nabîn
Dil û canêm tev bûne xwîn

Ji hemîla min vebûn birîn
Ji ber şenga didan zêrîn
Ji ber şoxa bejin şêrîn
Te dêm têkel befr û xwîn
Tu j'gula buy gula Nesrîn

Buhar behî, Nesrîn werya,
Kevnenêrî li ser çêrya
Heyfa min têt Nesrîn girya
Rondik weryan ser wan rûya
Ew çavê reş gelek girya

Nesrîn xwezî te bibînim,
Tu şîn bibî careka dî
Ne li vê dinê li dinek din
Ne li vî warî li warekî din
Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo

*
Çavkaniyê dosyeya stranê ji malpera Roja Nû hatiye girtin.
Ji bo guhdarîkirinê Winamp an jî Media Player pêwist e

Thomas Thorild Dibêje

Serbest fikrîn tiştekî mezin e, lê rast fikrîn mezintir e.









Thomas Thorild (1759-1808)
Thomas Thorild helbestvaneke Swêdî ye.

Înternet: Dîroka Nîşana "@"

Her dem hûn bi kêfxweşî ji hevalên xwe re e-name dişînin û e-nameyên ji we re hatiye bi kêfxweşî dixwînin.E-name û înternet di jiyana me de bûye xwedî cihek girîng. Dema hûn e-name ya xwe dibêjîn tîpek wek "@" bikartînin. Ma hûn dizanin ev tîp ji ku derketî ye? Werin em bi hev re ji destpêkê heta îro li dîroka vê nîşanê binerin.

DÎROKA NÎŞANA"@"

Ji destpêka ku înternet ket jiyana me heta îro, nîşana "@", bû nîşana ku me herî pir bikaranî. Bikarhênerên amator, şîrketên tîcarî, hunermend, karmend, nivîskar û hwd. hema bêjin herkes, e-nameyek stend û nîşana "@" xist ber navê xwe. Ev nîşan bû sembola modernîzm, têkiliyên hevçax û girêdayîbûna înternetê. Baş e gelo hûn dizanin ev nîşana ku di jiyana me de bû ye xwedî ciheke mezin, xwedî dîrokeke 500 salî ye? Beriya ku em li dîroka kevnare ya nîşana "@" binerin em li dîroka nêzîk ya vê nîşanê çav bavêjin. Nîşana "@" gava yekem wek perçeyeke e-name yê, di sala 1971 ê de ji aliyê Roy Tomlînson ve hate bikaranîn.Tomlînson’ê mihendîsê kompûteran ji bo bi kurtasî mesaja elektronîk ku cara yekem ji xwe! re şandi bû, îfade biki, nîşana "@" hilbijart. Baş e Tomlînson ji bo çi nîşana "@" hilbijartibû? Tomlînson bersîva vê pirsa wiha dide: "Min li nîşanek ku di navê tu kesekî de tunnebe û nebi sedema tevlîheviyê geriya."

MA CARA YEKEM VÊ NÎŞANÊ KÊŞEYAN BIKARANÎ?

Baş e gelo ev nîşan di kompûteran de çawa hate bikaranîn? Zimanzanan li ser vê mijarê dibin dualî. Li gor hinekan, ji bo cara yekem di destpêka serdema navîn de ji aliyê kêşeyên ku li ser berhemên destnivîsarî dixebitî hate bikaranîn. Nîşana "@" a kêşeyan "ad"a ku di latînî de dihat maneya "di nav de" û "nêzîkê wê de" temsîl dikir.Rastî ev bû ku piraniya zimanzanan difikirîn ku nîşana "@" di demek nêzîk de, di sedsala 18. de hatiyê dîtin. Li gor pisporan "@" di wê demê de sembolek ticarî bû ku di têkiliyên aborî de dihate bikaranîn.
Mînak: Dema ku dihate gotin "5 sêv @ 10 penî", dihat wê wateyê ku yekeyek bi 5 sêvî, bi deh penîyê tê firotin.

DÎROKEK 500 SALÎ

Lêbelê, lêkolinerek Îtalyan derxist holê ku di dokumentên sedsala 14. ya Wenedikiyan de bi awayekî berçav tê dîtin ku nîşana "@" hatiye bikaranîn. Di van dokumentan de nîşana "@" wek sembolek pîvanî ji bo "anfora" an jî "kûp" ê dihate bikaranîn. Her wiha lêkolînereke bi navê Gîrogîo Stabîle di ferhengokek Latînî-Spanyolî ku di sala 1492 de hatiye nivîsîn keşf kir ku peyva "anfora" tê wateya "arroba" ku pîvanek giraniyê ye. Di dawiyê de nîşana "@" wek "a ya ticarî" di sala 1885 ê de, di klawyeyên yekem makineya nivîsê ya bi navê Underwood ê de ci! hê xwe girt. Ji wê rojê heta îro di klawyeyên kompûteran de wek nîşana e-name yê hate bikaranîn.Di van rojên dawî de pirsgirekên li ser xwendina "@" ê de tê ditin. Naveke gerdûnî û hevbeş ya vê nîşanê tunneye. Îspanyol û Portekîzî wek weteya wê ya dirokî jê re dibêjin "arroba", Fransizan jî hinek vê peyvê diguherînin û dibêjin "arobase". Amerîkî û Îngilîzan jî "at-sign" (nîşana at) bikartînin. Almanan dibêjin "at zeiczhen", Japonan jî! wek "atto maak" dixwînin. Di tirkî de nîşana "@" carna wek "guzel a" (a ya xweşik) tê bikaranîn. Di nav kurdan de ev nîşan bi piranî wek "et" an jî "nîşana et" tê xwendin.

GELO DIŞIBE KÎJAN HEYWANÎ?

Li hîn welatan ev nîşan li heywanên cûda cûda tê şibandin. Alman, Hollendî, Macar û Efrikîyên ji Başûr, nîşana "@" dişibînin wek terîya meymûnekê. Vê nîşanê Fransizan wek şeytanokekê, Danîmarkiyan wek xortima fîlekê, Norweçî wek teriya berazekê, Çîniyan wek mişkekê biçûk,Rûsan wek kûçikekê, Finlandiyan jî wek pisîkek razayî dibînin.

REWŞEN BARAN


Ji Malpera KURDMCSE hatiye girtin.

Dîrok: Yekemîn Pûla Kurdî

Yekemîn Pûlê Kurdî berî 70 salan ji aliyê Hikumeta Kurdîstana Başûr (Hikumeta Şêx Mehmûdê Berzencî) ve di meha Çiriya Pêşîn a sala 1923'an de hatiye derxistin û di warê mûamelên nava dewletê de wek pûlê malî (damga pûlû) hatiye bikaranîn. Li gor malûmatên Tariq Cambaz ku di rojnama El-Îttihad (organa navendî ya YNK, bi erebî û hefteyî, hejmar 29, 22-5-1993) de belav kirî 3 babet pûl li ser kaxizên rengîn derketine.

Bûhayên Pûlan
1-
Bûhaye pûlê bi rengê kesk 8 ane (nîv rûpî, yanî 32 qûruş)
2-Bûhaye pûlê bi rengê şîn 1 rûpî
3-Bûhaye Pûlê bi rengê mor qîmeta wî 3 rûpî

Li ser pûlê "Hikumetî Kurdistan Cenûbî" hatiye nivisandin û di ortê de wêneyê du xencerên çapraz heye û di binî de jî "ane" hatiye nivisandin.

Ji Ensiklopeiya Kurdî ya Wikipedia hatiye girtin

Malper: AKA KURDISTAN

Rojbaş, Em dixwazin malpereke ku li ser kurdan hatiye çêkirin, ji we re bidin nasandin. Navê malperê AKA KURDISTAN e. Malper bi zimanê Ingilizî hatiye amadekirin. Mijara malperê li ser dîroka kurdan e û di malperê de gelek wêneyên balkêş li ser kurdan heye. Malper ji aliyê wênekêş Susan Meiselas ve hatiye amadekirin. Her çiqes malper bi zimanê Ingilîzî be jî wê kesên bi dîrokê re mijulin an jî ji dîrokê hezdikin, bala wan bikşîne.

Di malperê de rûpeleke balkêş heye ku tê da wêneyên ku di derbarê wan de heta niha tu agahî ne hatiye stendin cih digrin. Ev wêne bi riya malperê ji mêvanan re tê pêşkêşkirin û editorên malperê dixwazin ku kesên ku derbarê van wêneyan xwedî agahîne, agahiyên xwe di malperê de binivîsin. Her wiha bi riya malperê re mêvanan dikarin agahî an jî wêneyên xwe yên derbarê tarîxa kurdan, di malperê de biweşînin.

Ev wêneya ku di malperê de tê hatiye weşandin, derbarê wê de tu agahî nîne. Ji hinek mêvanên malperê gotine ev wêneyeke Şêx Seîd e û wêne ji aliyê leşkerekî Osmanî ve hatiye kişandin. Mêvanekî din jî gotiye ev Siwariyên Hamidiyê ne. Bi dehan wêneyên din jî weke vê wêneyê hene.

Di malperê de kronolojiyeke bi wêneyan ji 1900'an ta sala 2000'ê hatiye bicihkirin. Di malperê de tunebûna zimanê kurdî kêmasiyeke berbiçav e.

Malper bi gelek wêneyên dirokî û balkêş hatiye xemilandin. Heger hûn bi dîrokê bi taybetî jî ji bi dîroka kurdan têkildar bin an jî ji nostaljiyê hez dikin ev malper wê li gor dilê we be.
Navnîşana Malperê:
http://www.akakurdistan.com


Amadekar:
Tenûr

1.09.2006

Albert Einstein Dibêje

Kêm kes dikarin nerînên ku ji pêşbiryarên derûdorê cuda ne, bêtirs derbirînin; piraniya kesan ji xwe nikarin bigihên nerînên wilo.







Albert Einstein (1879-1955)

1.07.2006

Heger Derew e

Mustefa Îzzet Efendiyê Xettat (kesê destnivîsa wî gelekî xweş) merivekî wisa bû ku kêç dikir deve. Rojekê ji dostekî xwe re got:
-Ez şeva çûyîn heta destê sibê rûniştim, min Quranek bi temamî nivîsand û danî wira.
Bîstek derbas bû, îcar dostê wî dest pê kir:
-Remezana par, ji bo fitarê diçûm Qandilliyê. Di Boxazê(Tengava Stenbolê) de firtoneyek wisa rabû tew qal meke... Pêlên avê keleka min berberî şerîfeyên minarên kêleka bahrê kir. Gava keleka min di nav pêlan de li ba dibû top hatin avêtin, fitar bû. Min jî cixara xwe ji qendîlên minaran vêxist û fitara xwe vekir.
Mustefa Îzzet Efendî qîriya got:
-Deerew!... deerew...
Dostê wî:
- Heger derew e ew Qurana te şeva çûyîn nivîsî her du çavên min kor bike.

Ji Nivîskar Zinarê Xamo

Bila Çar Perçe Be!

Merivek li aşxanê pîzzayekê dixwaze.
Garson:
-Ez pîzza te bikim çar perçe yan heşt perçe?
Zilam:
-Heşt perçe pirr e ez nikarim bixwim, bila çar perçe be!

Axa û Xulamê Wî

Axa yê gund pirr maldar bû, bi kerî û suriyan pez û dewarên wî, xizmetkar û qewraş, kole û xulamên wî hebûn!
Rojekî ew bi tevî xulamekî xwe va diçin nêçîrê, di ber zevîkî da derbas dibin û dinhêrin ku xwediyê zeviyê hinek rêx li ber zeviya xwe valakiriye. Axa difikire, ji xulamê xwe re dibêje:
-Kuro lawo tu dikarî hinek ji vî rêxa hanê bixwî?
Xulam şaşdimîne û bersiva axê dide:
-Axa yê min, ma ne eyb e ku mirov rêxê bixwe?
Axa dixwaze ku rêxê bi xulam bide xwarin, dibêje:
-Kuro tu ji vî rêxî bixwî ezê dused (200) pezî bidim te!
Xulam hinek difikire, dibêje “ez xulamekî me, malê min tune û ez hinek ji vî rêxa bixum wê çi bi min bibe? Hinek dilê min wê lihevkeve, ezê çend rojan nexweşkevim û dûv re baş bibim. Lê wê malê minê pirr bibe û ez heta sax bim ji kesî ra xulamiyê nekim”. Dibêje:
-Belê axa ezê bixum!
Diçe ber rêxê û çenga xwe lê dixe û dixwe. Hinek vedireşe û dûv re ew axa dîsa diçin nêçîrê. Lê bi rê da her du jî qet xeber nadin, her du jî difikirin. Axa difikire; “Ma gelo min bi vî rêx da xwarin ka min çi qezenc kir? Dused pezê min çû, xwezî min tiştek awa nekira, lê ku ez poşman bibim xelkê ji min ra çi bêje? Ji axatiya min ra dest nade. Malê min çû lê ji bê aqiliya min bû”….

Xulam difikire; “Gelo xelkê ji min ra nebêje ka te vî malî ji ku anî? Ji xwarina rêxê!.... Heta ku ez sax bim li dunê wê ji min ra bibe lekeyekî mezin, baş ew e ku ez xwe ji vî rêxxwarinê xilas bikim”.

Bi hev ra şûn ve tênê ber wê zeviyê. Xulam dizvire ser axê û dibêje:
-Axa yê min te bê sedem malê xwe da min, were em bazarekî din bikin, tu hinek ji vî rêxê bixwe, bila dîsan malê te ji te ra be!
Axa ji xwe evî dixwest ji Xwedê, ji xulam re got :
-Kuro tu soz bidî ji kesî ra nebêjî, ez qebûl dikim.
Xulam soz dide û diçin ber zeviyê, axa jî destê xwe lêdixe û hinek ji rêxê digire û dixwe. Pişt re bi hev re tênê ber gund, xulam dibêje:
-Axa mal yê teye û ez dîsa xulamê te me, her tişt dîsa wekî berê ne wisa ye?
Axa dibêje:
-Belê wisa ye.
Xulam dikene û dibêje:
-Axa, madem ku wisan bû, lê ev rêxa çibû ku me bi hev re xwar?

Motora Xwedê Da

Ehmed rojekê hevaleke xwe dibîne. Dibîne ku motorsîkleta wî heye.
Jê dipirse: Te vê motorê ji kurê anî? Ew dibêje: Min dûa kir Xwedê jî da min.


Ehmed jî bawer dike û diçe mizgeftê. Destê xwe hildide jorê û dibêje: Xwedayê min ê mezin tu motorekê bide min. Dema ew wisa dibêje zilameke din jî li ba wî dibêje: Rebbê min tu pêlavekê bide min. Ehmed zilamê ji mizgeftê davêje û dibêje: Here lo niha Xwedê motorekê ji min re çê dike tu paşê were.

Ehmed careke din destê xwe hildide û dûa dike: Xwedayê min ê mezin tu motorekê bide min. Dîsa ew zilame din tê û dibêje: Xwedayê min tu pêlaveke bide min. Ehmed ji zilam re dibêje: Yaw tu belayê serê min î? Ha ji te re pere here ji xwe re pêlavekê bikire. Û Ehmed dîsa destê xwe hildide jorê: Xwedayê min ê mezin dîsa em tenê man tu motorekê bide min.

Ji Malpera Oxiro hatiye girtin.