<body><script type="text/javascript"> function setAttributeOnload(object, attribute, val) { if(window.addEventListener) { window.addEventListener("load", function(){ object[attribute] = val; }, false); } else { window.attachEvent('onload', function(){ object[attribute] = val; }); } } </script> <iframe src="http://www.blogger.com/navbar.g?targetBlogID=20649813&amp;blogName=Ten%C3%BBr&amp;publishMode=PUBLISH_MODE_BLOGSPOT&amp;navbarType=BLUE&amp;layoutType=CLASSIC&amp;searchRoot=http%3A%2F%2Ftenur.blogspot.com%2Fsearch&amp;blogLocale=en_US&amp;homepageUrl=http%3A%2F%2Ftenur.blogspot.com%2F" marginwidth="0" marginheight="0" scrolling="no" frameborder="0" height="30px" width="100%" id="navbar-iframe" allowtransparency="true" title="Blogger Navigation and Search"></iframe> <div></div>

2.28.2006

William Shakespeare Dibêje

Dost ew e yê kêmasiyên dostên xwe tehemil dike.









William Shakespeare (1564 - 1616)

Kovara W, weşan û nivîskarên me

Xwişkno, birano me bihîstiye ku Kovara W yê, ku bi kurdî û li ser çand, huner û wêjeya kurdî weşanê dike, wê bê girtin. Gunehê me di stuyê we de be ku hûn li vê kovara delal xwedî dernekevin. Eyb e yaw welleh billeh şerm e li we. Bixwînin bidin xwendin bibin abone nabe wilo. Ne tenê ji bo Kovara W, xwedî li hemû weşanên kurdî, nivîskarên ku kurdî dinivisînin derkevin, belkî şaşiyên wan hebe hûn binirxînin da ku rastiyê bibînin, xweşiyê wan hebe, wan pîroz bikin ku bila berhemên binirx û hêja biafirînin. Kirîna kovarekê an jî pirtûkekê divê ne zehmet be. Me rûreş dernexin ha. Ji destê me çi bê emê nûçeyên derbarê weşan û pirtûkên nû bidin we. Reklama wan belaş e. Niha şîretek me heye, herin pirtûkfiroşekê û pirtûkek kurdî ji bo xwe yek jî ji bo dost û hevalên xwe ku hûn diyarî wî bikin, bikirin. De haydê hûn hê runîştînin niha kompûtera xwe bigrin û biçin.
Ev jî malpera Kovara W
http://www.kovaraw.com
Ji bîr nekin ha du pirtûk yek ji bo we yek jî ji bo nas û hevaleke/a xwe.
Oxira we a xêrê beee...

Koma Tenûr