<body><script type="text/javascript"> function setAttributeOnload(object, attribute, val) { if(window.addEventListener) { window.addEventListener("load", function(){ object[attribute] = val; }, false); } else { window.attachEvent('onload', function(){ object[attribute] = val; }); } } </script> <iframe src="http://www.blogger.com/navbar.g?targetBlogID=20649813&amp;blogName=Ten%C3%BBr&amp;publishMode=PUBLISH_MODE_BLOGSPOT&amp;navbarType=BLUE&amp;layoutType=CLASSIC&amp;searchRoot=http%3A%2F%2Ftenur.blogspot.com%2Fsearch&amp;blogLocale=en_US&amp;homepageUrl=http%3A%2F%2Ftenur.blogspot.com%2F" marginwidth="0" marginheight="0" scrolling="no" frameborder="0" height="30px" width="100%" id="navbar-iframe" allowtransparency="true" title="Blogger Navigation and Search"></iframe> <div></div>

3.27.2006

Malperên kurdan û yên tirkan

Cemil Oguz*

Berê ku Diyarname vebe û piştî vebûnê jî her bala min li ser malperan bû. Min hem li yên kurdan, hem jî li yên tirkan temaşe dikir. Di dawiyê de îstatîstîkên balkêş min bi dest xistin. A rast ji bo xwe min ev berhev kiribûn, lê ji ber balkêşiya îstatîstîkan min xwest ez bi we re jî parve bikim.
Em ji serî dest pê bikin: Di asta ku teknolojî gihîştiye, her miletek, her netewe û welatek pêdivî bi malperan dibîne. Ev ji bo me kurdan jî derbas dibe. Îro di nav kurdan de ji ber nebûna kompîtur, înternet û îmkanan, xwendevanên malperan kêm in, lê di heman demê de malperên ku hene kurdî bi wan dide xwendin, hindik be jî kurdî pêş dixe. Ji ber vê û ji ber gelek aliyên din bi ya min malper divê bijîn.

Dema ez li ser malperên kurdan û tirkan kûr bûn, ez li kîteyan geriyam, kîteyên balkêş min bi dest xistin.

Fermo:

1- Di malperên tirkan de nerî hindik 4 kes dixebitin, di hinan de ev hejmar digihîje 10'î û di hinan de derbas jî dibe; lê yê me kurdan de bi giştî li ser kesekî dimeşe (Kêm ji wan bi ser çend kesan re dimeşin).

2- Malperên tirkan, komeleya wan heye, ew bi rêxistin in, yê me kurdan ne komele heye, ne jî em bi xwe di nava hev de li hev dikin. Pirsa: Çend berpirsên malperan silavê didin hev û ji hev hez dikin jî jixwe ez qet napirsim...

3- Xebatkarên malperên tirkan debara xwe ji malperên xwe dikin, ji jêhatina malperê meaşê (mehmizê) distînin, yê me kurdan em nikarin ji malperan debara xwe bikin. Yê her berpirsekî/e malperên me kareke wan ê din heye, malpervaniyê bi ber re dikin.

4- Di nav lîteratura tirkan de ji malpervanên xwe re "Pîjamali Gazetecî (rojnamegerên bi pîjema)" dibêjin, ême hê navek li wan nehatiye kirin.

5- Malperên tirkan piştî salên 1990'î dest bi weşanê kirin, ên me piştî salên 2000'î ve ev pêvajo dest pê kiriye.

6- Malperên tirkan rojê li dora 200-250 nûçeyî çêdikin û diweşînin, yê me li ber vê, hema bêje em qal nekin baştir e.

7- Malperên tirkan agahiyê pêşkêşî xwendevanên xwe dikin, ji bo vê yekê kar dikin, ême em ji bo rêxistinek, partiyek an derdoreke xirab nîşan bidin em agahiyan, dîtinan pêşkêş dikin.

8- Malperên tirkan hemû nûçe ne yê wan in, lê nûçeyên ku bikar bînin çavkanî diyar dikin, yê me hin jê çavkanî sedî sed diyar dikin, lê hin jê nûçeyê digirin, kurt dikin û wekî ya wan be diweşînin.

9- Hin malper tirkan aboneyê 2, hin ji wan aboneyê 4 ajansan in, lê yê me kurdan em ne aboneyên ajansan in.

10- Malperên tirkan ên li ser beşên cur bi cur hene, wekî mînak ji malperên kulîlkfiroşan û diransazan, ji kincfiroşan bigire, hema heta yê hunermendan, yê şaredarî, yên li ser temaya xwezayê, aboriyê hene, yê me kurdan ev merhaleya berfireh hê pêk nehatiye.
Bi hêviya ku wê di her warî de malperên me vebin, bi hêviya ku emê malperên xwe ji bo êrîşên partî, rêxistin û derdoran pêk neynin...

Not: Ji ber kêm îngiliza min, min tenê dikarî li sernavên malperên bi zimanên îngilîzî binêrim. Der barê malperên îngilîz, alman, fransiz û gelên din de agahiyên min ên berfireh nîn in, lê li gor agahiyên kesên ku bi van zimanan dizanin dan min, yê wan pêşketîtir in.

cemilo@diyarname.com

*Ji malpera Diyarname.comê hatiye girtin.
(Qelewkirina nivîsan ji aliyê me hatiye çêkirin/Tenûr)

3.26.2006

"Bi Kovîtî, Rûmetî û Qaçaxtî-Jiyana Min" derket

Bi Kovîtî, Rûmetî û Qaçaxtî
Jîyana Min

ELÎ PÊRÎŞAN


Ji 1932an ve heyanî 2006an ez hin dijîm. Û tiştên bi serê min de hat û di jîyana min ve buhurîn, belko pir bihindikayî be jî weke nimûne min anî ser ziman û nivîsand. Ez çendî gerîyam min zor, zehmetî û cefa dît jî, ez tucarî ji fikra demokrasîyê û welateki azad û serbixwe nehatime xwarê. Û min mafen mirovan wekhevî û hezkirin di demokrasîyê de dît. Lê ne demokrasîyek çewt û gel bixapîne! Min rastî ne di îslamîyetê de, ne jî di xirîstîyanîyê de dît.

Gelo di cîhane de demokrasîyeke rastîn çêbe?! Edaleteke li ser wekhevîyê hebe?! Ev kuştin û qetlîam, kovîtî û qaçaxi dê çima çê bibin û bibin para me? Çima mirov ji bo rûmetîya xwe mecbûr bimîne ku kuştinê bide ber çavê xwe? Çima birçîtî û zehmetîyên dinê li me barbin? Wê çima herkes bi mafên xwe razî nebe? Di dewletên Ewrûpî de her çiqasî kêm be jî demokrasîyê tiştên xweş ava kirî ne. Di sosyalîzmê de dibêje “welatên ku kolonyalîzm tê dê hebe ew welat ne azad in!”

Lê eger demokrasî bê, wê wekhevî û biratî jî dê were! Ez hêvîdarim ji bo demokrasîyê, wekhevîyê, azadîyê û serxwebûnê şadî peyda bibe!

Divê ev rojên ku bê tirs gelê me yê Kurdistanê weke aştî tê de bijî jî dê werin!

Ez dixwazim bila dewlet ji bo pêwistîya gel hebe. Gel ji bona dewletê nebe. Ez dixwazim bila mirovayetî bi rumetbe!. Ez dixazim bila şer û buxiz nebe, aştî û hev hezkirina mirovayetîyê hebe û bila bi serkeve! Ji bo neteweyê cîhanê çi imkan hene bila ji bo neteweya me jî ev hebe! Êdî bese dijmin dîtîn û piçûk dîtîna neteweya me ya kurd û welatê me Kurdistan!

Êdî bese! Ez naxwazim tiştên ku ez û zarokên min tê de jîyane weke bi zîndan û bi rev, bila keseke dinê nejî. Her jîyanek bi rumet a xwezayî hebe, lê ne bi qaçaxi û kovîtî! Di mal û welat û cîhana mirovayetîyê de di cîhê xwe de azadî û serxwebûn bila hebe. De bila ev rojên şad û bextewar bila zu werin! Min xwest ku ez ji bona hesreta jîyanek bextewarî, jana dilê xwe daxinim nava vê kitêbê. Şadî, azadî, bextewarî û welatek serxwebûyî nebû para me, lêb ila her para we be! Min ev daxwaz çiqas bi cîh anî an jî neanî ev ji li ser nêrîn û bîryara we be! Ev qaçaxtî û kovitî bû para min, bila nebe para nêvîyên min.

Bi Kovîtî, Rûmetî û Qaçaxtî
Jîyana Min
Serpêhatî


Weşanên Pêrî
Biha: 8.00 YTL
Rûpel:112,
Ebat: 21x13,5,
ISBN: 975-9010 -37-2

Ji malpera Avestakurd hatiye girtin.
http://www.avestakurd.net

3.05.2006

Pirtûk: “Gotibûn ku…” derket

Cemil Oguz*
Pirtûka dîroknas û zimanzanê kurd Malmîsanij bi navê “Gotibûn ku…” ji Weşanên Vate derket. Pirtûka ku ji hevpeyvînên Malmîsanij pêk tê, bi mijara xwe hê jî rojevîbûna xwe diparêzin.
Malmîsanij di "Gotibûn ku..." de hevpeyvînên ku di navbera salên 1982-1992'yan de kiribû û yek jê jî di van salên dawî de di Vateyê de weşandibû berhev kirine.

Li gor gotina Malmîsanij, di dema ku li Tirkiyeyê kurdî qedexe bûn ev hevpeyvîn hatine kirin. Ew, bi rêwşenbîrê kurd ê ji kurdên Kafkasyayê Celîlê Celîl, akademîsyen û Kurdolog Şakirê Xudoyê Mihoyan, Kurdologê hollandî Martin Van Bruinessen, biraziyê Şêx Saîd Fexredînê Şêx Tahirî, yek ji hevalên Şêx Seîdîn, Derwêş, ji kurdên Mehabadê zimanzan Emîr Hesenpur re hevpeyvînê dike. Van hevpeyvînan di kovarên wekî Armanc, Çira û Vate de diweşîne. Bi ser van re sal dibûrin, ew dibin pirtûk vê carê.

Malmîsanij wisa dibêje li ser weşandina pirtûkê: "Min nexwest ev hevpeyvîn di nav rûpelên kevn ên kovaran debimînin. Min xwest nifşê nû jî van bibînin. Min dema ev hevpeyvîn dikir fikra min çi bû, kesên ku min bi wan re hevpeyvîn dikir fikra wan çi bû, hina fikra me çi ye? Dibe ku fikrên me guherîne. Ji bo dîtina vê yekê jî min ev careke din weşandin."

Nivîskar Malmîsanij dibêje, "Dîroknasên kurd hindik in" û wiha didomîne: "Tiştên ku van dîroknas, rewşenbîr û akademîsyenên kurd ku di van hevpeyvînan de gotine ji bo min muhîm in. Ji ber ku gotinên van ên li ser dîrok, zimanê kurdî muhîm in, min di pirtûkê de cih da wan. Her wisa dema min ev hevpeyvîn kirin li Tirkiyeyê kurdî qedexe bû."

Hevpeyvîna ku bi biraziyê Şêx Seîd, Fexredînê Şêx Tahir re kiriye li ser Serhildana Şêx Seîd, sirgûnkirina malbata Şêx agahiyên nû û balkêş pêşkêş dike. Her wiha hevpeyvîna bi leşkerê Şêx Seîd bi Derwêş re kiriye jî heman tiştî bi çavdêriyeke din nîşanî xwendevan dide.
Meseleya nîqaşa zaravayên kurda ku hê jî di rojevê de ye, di hevpeyvîna ku sala 1992'yan de bi Emîr Hesenpûr re hatiye kirin de mijara sereke ye. Wê demê Hesenpûr gotiye, "Divê azadiya her zaravayê hebe" û bêşik hin dîtinên din jî li ser vê meseleyê pêşkêş kirine.

Şakirê Xudoyê Mihoyan zêdetir li ser kurdên Sovyetê dîtinên xwe tîne ziman, kurdolog, Martin Van Bruinessen jî dibêje, "Zimanê nivîskê ya kurdî ji nû ve ava dibe".

Rewşenbîrê kurd Celîlê Celîl jî di hevpeyvîna ku pêre hatiye kirin de, li ser pêşketinên li dinyayê, çêkirina peyvên nû yên kurdî û li ser ziman dîtinên xwe anîne ziman.

Gotibûn ku... / Malmîsanij / Vate / 136 rûpel

*Ji Malpera Diyarname.com'ê hatiye girtin...